Selahdîn Demîrtaş agahiya Tirkiyê ji daxuyaniya jeneralên teqawut hebû

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahdîn Demîrtaş ku ev 5 sale li girtîgehê girtiye da zanîn ku hayê Erdogan ji daxuyaniya Generalên teqawut ên ku hişyarî dan ji peymana Montro vekişin, hebû.

Beriya niha 10 amîralên teqawut di nameyekê de ku 100 General li ser îmze kiribûn, hişyarî ji vekişîna Tirkiyê ji peymana Montro da.

Derbarê mijarê de, Hevserokê berê yê HDP’ê Selahdîn Demîrtaş ê girtî ji Medyascope re axivî û got:

Ji berê de agahiya hikûmetê ji wê daxuyaniyê hebûye. Eger bixwestan dikaribûn pêşî li weşandina daxuyaniyê bigirtana.

Lê xwest ku bê weşandin, armanca wan ew bû ku bi pêşandana hêzê zexta civakî zêde bikin.

Selahdîn Demîrtaş da zanîn ku ji ber êdî civak bi derew û polîtîkayên hikûmetê dizanin, ev pilan bi ser neket.

Peymana Montreo di sala 1936’an de bi armanca rêxistina trafîka keştiyê li ser stampên Tirkiyê li deryaya reş, kete meryetê.

Back to top button