Berxwedana li zindanan 142 roj li dû xwe hiştin

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt li girtîgehên Tirkiyê di roja 142 de didome. Li Elmanyayê 17 rêxistin û saziyên din tevlî kampanya ji bo azadiya rêber APO bûn. Her wiha Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Wanê Mûrat Melet û Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel jî destnîşan kirin ku ev tecrîd rêbazeke îşkencê ye û divê bê rakirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya grevê bi koma 29’emîn di roja 142’an de berdewam dike.

Her wiha Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê di roja 121’an de ye..

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 104’an roj in didome.

“Girtiyê nexweş devrim ayik li ber sînorê mirinê ye”

Komîsyona Girtîgehê a ÎHD’ê ya şaxa Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” bi awayekê onlîne lidar xist.

Endamê Komîsyona Girtîgehê Ahmet Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskî-şehîrê û got:

Ji ber şertên girtîgehê, nexweşiya Ayik lê giran bûye, rewşa wî gihaye sînorê mirinê, ji bo Ayik li derve bê dermankirin û rewşa wî baş bibe divê demildest bê berdan.

Li Almanyayê 17 rêxistinên din tev li pêngava “Azadiya Rêber Apo” bûn

Li Elmanyayê, rêxistinên ciwanan ên partiya Keskan jî di nav de 17 rêxistin û saziyên din tevlî kampanya “Dem hatiye ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê azadî ji Abdullah Ocalan re” bûn.

Di çarçoveya kampanya de, nameyek niviskî ji Sekreterê Giştî yê NY’Î Antonio Guterres re hat şandin.

Di nameyan de hate xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê divê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya NY’î û CPT bikevin nava liv û tevgerê.

Meclisa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Elmanyayê jî çend roj berê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew tevlî kampanyayê bûne.

”Bi cezayên displînê dixwazin çalakiya girtiyan bitepisînin”

Endama OHD’ê û parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê dixwaze bi cezayê dîsîplînê çalakgeran bitepisîne û got:

Cezayên dîsîplînê nîşan didin ku rayedarên girtîgehê rêzê nîşanî mafên girtiyan nadin.

Divê Wezareta Dadê û saziyên eleqedar, berî ku tenduristiya girtiyan xirab bibe, demildest ji bo daxwazên wan gavina bavêjin.

Mûrat Melet: Divê bêmafiya li Îmraliyê bi dawî bibe

Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Wanê Mûrat Melet jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo bêhiqûqî ye û dibêje:

Ev tecrîd, bi tena serê xwe rêbazeke îşkenceyê ye, divê bêhiqûqîtî bê rakirin.

Ji bo ku li Tirkiyê aştiya navxweyî çêbibe, demildest divê tecrîd bê betalkirin.

Back to top button