Di bin êşkenceyên leşkerên Tirk de kolberekî 35 salî hat kuştin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker êşkence li du kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê kirin, di encamê de kolberekî bavê 3 zarokan hat kuştin.

Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku kolberên bi navê Hesen Keçelano yê 35 salî û Behram Semedî duh li bajarê Çaldiranê yê navçeya Wanê hatine girtin û êşkeceyên giran li wan hatin kirin.

Di encama êşkenceyê de Kolberê bi navê Hesen Keçelano ku bavê 3 zarokan e jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Mezopotamya, Semedî li gel cenazeyê Keçelano li ser sînor hate danîn.

Di êrîşa leşkerên rejîma Îranî de kolbereke hat birîndarkirin

Hêzên rejîma Îranê jî di navbera gundê Zelê ya Başûrê Kurdistan û gundê Nokan ya Rojhilatê Kurdistanê de, êrişî komek kolber kirin.

Di encama êrişê de kolberekî ji gundê Doletu yê ser bi Serdeştê, birîndar bû.

Back to top button