Rûsya balyozê Ukrayna yê li Saint Petresburg girt

Hêzên Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku wan li gorî agahiyên veşartî yên welatiyekî Rûsî balyozê Ukraynî li Saint Petersburg girt.

Ajansa Nûçeyan a Interfax ku agahiyên xwe dispêre Nivîsgeha Ewlekariyê ya Federal got,

Hêzên Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê dîplomatê Ukranî Oleksandr Susunyuk li Saint Petersburg, girtiye.

Nivîsgeha Ewlekariyê ya Federal îdia kir ku Susunyuk hewl da ku agahiyên veşartî yên têkildarî Rûsyayê di dest bixe.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin:

“Li gorî rêgezên qanûnên navneteweyî dê girtek li dijî dîplomatê biyanî werin girtin.”

Li dijî vê yekê Ukrayna bertek nîşan da û ev yek bi kiryarek provakayon binavkir.

Back to top button