Biden: Em ê rûbirûyî zehmetiyên ku Çînê derxistî pêşiya me werîn

Serokê DYA Joe Biden bi hatina xwe ya li ser rêveberiya welat re, yekemîn hevdîtina xwe ya rû birû li gel Serokwezîrê Japonya Suga pêk anî.
Lîderan balkişandin ser zehmetiyên ku Çînê ji wan re dane avakirin û gotin;
Ew ê bi van zehmetiyan re rûbirû werin.
Her wiha li ser mijara Tayvanê jî Waşîngton û Tokyo bifikarin.

Serokê DYA Joe Biden ji bo zehmetiyên ku xelîfê wiyê Komar-parêz Donald Trump li peyxwe hiştî çareser dike.

Yek ji van jî avakirina têkliyên xurt yên navbera Waşîngton û Tokyo ye.

Biden yekem hevdîtina xwe ya rûbirû ku piştî hatî ser rêveberiya welat, li Koşka Spî li gel Serokwezîrê Japonya Yoşihîde Suga pêk anî.

Mijara sereke ya civînê Çîn bû.

Biden û Sûga îşaret bi girîngiya Tengava Tayvanê kirin û balkişandin li ser tevgera Pekîn ya zêdekirina jimara leşkeran li herêmê.

Biden ku li gel Suga li Baxçeyê Gulan yê Koşka Spî daxuyaniyek çapemeniyê dan wiha gotin:

Em îro careke din îşaret bi hevlal-bendiya Japonya-DYA û xebatên hevpar dikin.

Lideran anî ziman ku ewê zehmetiyên ku Pekînê derxistiye pêşiya wan jî rûbirû bimênin.

Hêjayî bibîrxitinêye ku Çîn beriya çend rojan, 25 balefirên şer şandibû nêzî Tayvanê.

Pekîn di mijara Tayvanê de bihestiyarî tevdigere û weke parçeyek ji xaka welat dibîne.

Berpirsekî payebilind yê DYA jî ji ajansa Ruetirsê re ragihand ku herdu lîder wê têkildarî Tayvanê daxuyaniyekê bidin.

Ev daxuyanî jî wê bibe daxuyaniya yekem.

Piştî hevdîtinê nayê zanîn ka wê ev daxuyanî were dayîn yan na.

Back to top button