Li Hema û Laziqiyê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê nuqteyên hav topbaran kirin

Li Hema û Lazqiyê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê nuqteyên hev topbaran kirin, balafirên şer yên Rûsî jî dervrên DAIŞ’ê bobebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê îro nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Sehil El-Xab yê Başûr û Rojhilatê Hemeyê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikumetê deverên çeteyan yên li eniyên Cebel El-Zawiyê yê Idlib û Cebel El-Ekrad yê Laziqiyê jî da ber topan.

Li çolistana Sûrî balafirên Rûsî şikeftên DAIŞ’ê bombebaran kir

Li çolistana Sûrî jî balafirên şer ên Rûsyayê îro herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê lê belav dibin, bombebaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, di êrîşên balafirên Rûsî de şikeftên DAIŞ’ê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê de gelek kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Duh jî balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Çiyayê El-Beşrî yên başûrê Reqayê û çolistana Hemayê, kiribûn hedef.

Back to top button