Eyn Îsa…Gelek mal di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de hatin wêrankirin

Ji baregehên xwe yên li derdora rêya M4, artêşa dagirker bi tankan êrîşî gundewarê rojavayê Eyn Îsayê kir û gelek mal di encama wê de hatin wêrankirin.

Înê êvarî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, bi tankan gundên Dibis û Hoşan ên 12 km li rojavayê Eyn Îsayê ne, topbaran kirin.

Di wêneyên ku li gundê Dibis hatine kişandin de, topên tankan ên 120, li derdora rêya M4 tên dîtin.

Li gel wê jî, 2 mal hatin wêrankirin û gelek top li nava malên sivîlên li gundên Dibis û Hoşan ketin.

Di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk de, 6 gund hatin wêrankirin û 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button