Insyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Ocalan nameyek ji “NY” re şand

Insyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Rêber Apo, nameyek ji NY re şand û tê de tê gotin, êdî dema azadiya Ocalan hatiye.

Insyatîf ji aliyê gelek rewşenbîr, hiqûqnas, çalakger û gelek kesên din ve hatiye avakirin.

Di demên dawî de, Koma Kar a Kurdî ya ji bo Mafê Mirovan li Başûrê Afrîkayê û Kongreya Sêyemîn a Karkerên Başûrê Afrîkayê jî piştgiriya Insyatîfa Azadiya Ocalan kiriye.

Di nameya ku ji 20 rûpelan pêk tê, doza Kurdî, rewşa Tirkiyê, binpêkirina qanûnan, rewşa li Bakurê Kurdistanê, komploya navdewletî û rewşa giran a tecrîda li Imraliyê tên vegotin.

Tê de her wiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres tê xwestin ku di zûtirîn demê de, rewşa Rêber Ocalan ji milê qanûnî ve were zelalkirin û ji bo azadiya wî gav bên avêtin.

Back to top button