Rêveberiya Xwser li kampa Holê îro hejmareke zarokên Rûs radest dike-HAT NÛKIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 35 zarokên çeteyên DAIŞ’î radestî hikumeta Rûsyayê kir.

Îro şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova serdana Qamişlo kir.

Şande li navenda Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Rêveberiyê re civiya.

Piştî civîneke dirêj navbera her du aliyan de Rêveberiya Xweser 35 zarokên Rûs radestî hikûmeta Rûsiya kir.

Têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin, têde her du aliyan teqez kir ku radestkirina zarokan ji ber mercên mirovî pêk hatiye.

Li gorî daneyan, zêdeyî 35 hezar zarok ji dora 50 welatên cuda, li Kampa Holê ne.

Back to top button