Piştî DYA û Polonya, Çekya jî dê 18 dîplomatên Rûs dersînor bike

Piştî Amerîka û Polonyayê, êdî Çekyayê jî 18 dîplomatên Rûs dersînor kirin.

Wezareta Derve ya Çekyayê ragihand, ew ê bi tawana sîxurtiyê 18 dîplomatên Rûs ji welat dersînor bikin.

Li gorî agahiyan, wê ev gav di nava 24 saetan de were avêtin..

Serokwezîrê Çekî diyar kir ku tiliya istixbarata Rûs, di teqîna sala 2014’an a li depoya çekan çêbûbû û dawî li jiyana 2 kesan anîbû de heye. Ji lew re ev biryar hat dayîn.

Rûsyayê jî Şemîyê fermana dersînorkirina dîplomatekî Ukraynî berî 22’ê Nîsanê da.

Back to top button