Xalid El-Mehcûb:Tirkiye ne binêt e ku ji Lîbyayê derkeve

Artêşa Lîbî da xuyakirin ku saziya leşkerî nabe yek heya dosyaya çeteyan neyê bidawîkirin.

Ji fermandarên Artêşa Lîbî Xalid El-Mehcûb ji Televîzyona el-Hedes re teqez kir ku heya niha ti derketina çete û hêzên biyanî nehatiye romarkirin û anî ziman,

‘Heta Tirkiye berjewendiyên xwe misoger neke, ji Lîbyayê dernakeve.”

Tevî erêkirina Konseya Ewlekariyê li ser projeqanûna derketina hemû çete û hêzên biyanî, Tirkiye domandina şandina çeteyan bo Lîbyayê ranewestandiye.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê, Tirkiye 380 çeteyên din berî çend rojan şandibûn Lîbyayê.

Back to top button