Li Şehbayê şehîd Alan Bênê bi merasîmekê hat oxirkirin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên xwe didomînin. Di van çalakiyan de derbên xurt li dagirkeriyê tê xistin.

Di encama vê berxwedanê de, cangoryên azadiyê ku giyanê xwe feda dikin derdikevin. Li Şehba şervanê HRE Alan Bênê bi merasîmekê hat oxirkirin. Li Helebê jî Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Zinar Efrîn hat oxirkirin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Basil Hisên bi nasnav Alan Bênê 16’ê Nîsanê di encama şerê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re li navçeya Şerayê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Şehbayê ku li ber nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê kombûn ji bo şehîd merasîmek lidar xistin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û balkişandin li ser berxwedana şehîd Alan Bênê.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Paşê cenazeyê Alan ber bi gotistana gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ve hate oxkirin û li gund spartin axê.

Li Helebê şehînd Zinar Efrîn bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Helebê jî merasîma şehîdan hebû.

Endamê Partiya Sûriyê Pêşerojê Zinar Efrîn bi nasnav Samir Mihemed ku li Dêra Zorê rastî êrîşekê ji hêla kesên nenas ve hat, şehdî bû.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşerefiyê ya Helebê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên şehîdan ve hate kirin û soza şopandina riya wan dan..

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Zinar di nava tilîliyên dayikan û sloganan de spartin axê..

Back to top button