Amerîka: Eger Îran li gorî biryaran tev negere, em ê ji ya xwe neyên warê

Hin pispor dibînin ku, hêza Îranê ji sedî 95 heye ku bombeya atomî bi dest bixe. Amerîka jî ji tevgera Îranê ya vê dawiyê bitirs e, lewra hişyarî da wê ku eger ew li gorî bendên lihevkirina nuklerî tev negere, ew ê ti cezayan ji ser raneke.

Amerîka li ser zimanê Şêwirmendê Koşka Spî yê Ewlekariya Netewî ya Amerîka  Jake Sullivan Îran hişyar kir û daxwaz kir ku li gorî peymana nukerlî ya sala 2015’an tev bigere.

Sullivan, teqez kir ku dê birêveberiya Biden ji bo dosyaya Îranê ti tawîzan jî nede.

Di sala 2018’an de Amerîka xwe ji peymanê vekişand, bi wê re jî Îran hêdî hêdî rêjeya li ser hatibû lihevkirin, zêde kir.

Metirsiya bidestxistina bombeya atomî zêde bûye

Piştî bûyera Netenz, tevgera Atomî ya Îranê ber bi aliyekî din ve çû.. Di wê derbarê de gelek nirxandin têne kirin.

Profesorê Amerîkî li Zanîngeha Harvard  Matthew Boone ji televizyona El-Hura ya Amerîkî re diyar kir ku eger Îran bi rêjeya ji sedî 60 zengînkirina Uraniumê pêk anî, wê ji sedî 95 hêza wê ya bi destxistina bombeya Atomî pêkan be.

Boone da diyarkirin ku ji beriya çend salan ve, ev hêz di destê Îranê de heye û hemû madeyên di vê derbarê de têne bikaranîn li ba wê hene.

Li aliyê din, Ajansa Navdewletî ya Atomî ku ji bo çavdêriya bernameya Atomî ya Îranê hatiye erkdarkirin, peyitand ku piştî kargeha Netenz hate armanckirin, Îran bi rêjeya ji sedî 60 dest bi zengînkirina Uraniumê kiriye.

Îran ji aliyê xwe ve jî Ajansa navborî agahdar kir, ew ê li Kargeha Netenz hezar alavên din ên navendî di binê erdê de bi cih bike.

Di sala 2015’an de, peymana nuklerî bi Îranê re hate îmzekirin, li gorî wê jî mafê Îranê hebû ku bi rêjeya 3.67 ji sedî zengînkirina Uraniumê pêk bîne.

Back to top button