Aram Hena: Armanca Rûsya û Tirkiyê têkbirina rêveberiya me ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku armanca tevgerên dawî yên Rûsya, Tirkiyê û hikûmeta Şamê têkbirina projeya Rêveriya Xweser e. Hena anî ziman ku berxwedana hêzên wan û hevgirtina pêkhateyan têrê dike planên dagirkeriyê têk bibin. 

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku vekişandina dawî ya Rûsya ji herêmên Şehba û belavkirina belavokan, gefan li ewlehiya herêmê û gelên wê dixwe.

Sêşema borî, 14’ê Nîsanê, hêzên Rûsya bêyî ku tu sedeman diyar bikin, nuqteyên xwe yên li Şehbayê vala kirin, piştî rojekê careke din lê vegeriyan.

Hemwextî vekişîna hêzên Rûsya ji nuqteyên xwe, dewleta Tirk a dagirker belavok bi ser şêniyên Til Rifetê û koçberên Efrînê yên li wir dimînin de barandin, di van belavokan de gef li şêniyan dihat xwarin.

Aram Hena anî ziman ku dibe di navbera Rûsya û Tirkiyê de koordîne hebe da herêmê ber bi rewşeke xirab ve bibin û zextê li gel û rêveberiya herêmê bikin.

Di nava sal û nîvekê de, ji hebûna Rûsya ya li herêmê, me gelek tevgerên wê dîtin.

Di nav de, vekişandina wê ji baregehên li Til Temir û Eyn Îsayê, lê tavilê lê vegeriyan.

Heman tişt îro li herêma Şehbayê pêk tê. Ev yek dide diyarkirin ku armanca Rûsya ew e ku zextê li projeya Rêveberiya Xweser bike, da ku di hin milan de tawîzan werbigire.

Girtina dergehên sînor bi biryara Rûsya ye da ku zexteke aborî çêbike

Hena da xuyand ku berxwedana hêzên wan û hevgirtina pêkhateyan, karîbûn planên dagirkeriyê li Eyn Îsa û Til Temirê têk bibin.

Jixwe Artêşa dagirker û komikên wê yên çete duh êvarî rêya M4 û gundê Seyda yê Eyn Îsayê weke her carê topbaran kirin.

Têkildarî girtina dergehên sînor ên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de jî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena da zanîn ku ev yek bi biryara Rûsya pêk tê, armanca wê jî zexteke siyasî û aborî li herêmê bike ye.

Back to top button