HPG: HERÎ KÊM 3 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ê li Îdir û Şemzînanê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Li Çelê jî bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî li dijî alaya leşkerî û qereqolê hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku li Eyaleta Serhatê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de gerîlayan 20’ê Adarê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Li gorî vê;

Gerîlayan li dijî leşkerên li qereqola Hirgovê ya Îdirê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Artêşa dagirker piştî çalakiyê bi desteka wesayitên zirxî leşkerê xwe yê mirî ji herêmê derxist.

Heman rojê gerîlayan li leşkerên li çepereke li qereqola Axurî ya li Îdirê xistin.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist û bi çekên giran li derdorê reşand.

21’ê Adarê jî gerîlayan li dijî artêşa tirk a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.

Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin.

Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

20’ê Adarê gerîlayan li dijî qeymeqamtiya Şemzînanê, alaya Rûbarokê û qereqola Zeytê bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî pêk anîn.

Çalakî bi serkeftî pêk hat lê derbarê hêjmara kuştî û birîndarên artêşa tirk de agahî ne hatin zelalkirin.

Navendê têkildarî bombebarana artêşa tirk a li ser herêmên parastina Mediyayê jî agahî da û got;

Di êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker li ser herêmên parastina yên Mediyayê de ti zerer li hêzên gerîla nebûn, lê malên gundiyan ên li gundê Pirbula ku êrîş li wan hatibû kirin hemû hilweşiyan, wesayit, bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtin.”

Leave a Reply

Back to top button