Çeteyên Tirkiyê dîsa li Serê Kaniyê bi hev ketin û ji hev kuştin

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî, du komên çete yên dewleta Tirk careke din bi çekên giran êrîşî hev kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din çeteyên Tirkiyê bi çekên giran li Serê Kaniyê hevdu dan ber topan û hev kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê, li gel ku ev topên çeteyan li ser axa Bakurê Kurdistanê diketin, artêşa Tirk a dagirker destwerdan nekir û şer ranewestand.

17 û 12’ê Nîsanê dîsa komên çeteyên Tirkiyê bi hev ketibûn û di encamê de 3 sivîl birîndar bûbûn.

Back to top button