Claire Baker: Şaxên pêngavê xwe berdidin Ewropa û Amerîkaya Bakurî

Sekretera Yekîtiyên Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî Claire Baker got ku ew hewl didin şaxên pêngavê bigihînin tevahiya Ewropa, Amerîkayê Bakurî û cîhanê. Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî da zanîn ku siyaseta li ser Rêber Apo, bi ji 1999’an û heya vê rojê ve, bi erêkirina qada navdewletî tê meşandin.

Pêngava “UK Trade Union Campaingn” a ku 2016’an ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan li parlamena Brîtanî hatibû destpêkirin, bi berfirehî didome û şaxên xwe berdide Ewropa û Amerîkaya Bakurî jî.

Der barê pangav û encamên wê de, Sekretera Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî Claire Baker ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Claire Baker diyar kir ku wan bi rêya Yekîtiyên Bazirganiyê (Unite the Union) û GMB karîbû pêngava “UK Trade Union Campaingn” ragihînin.

Claire da xuyakirin ku ji wê demê û heya niha ve, pêngava wan 15 yekîtiyên bazirganiyê yên mezintirîn li Brîtanyayê girtine nava xwe.

Baker da zanîn ku, Koma Yekîtiyên Bazirganiyê (TUC) û Yekîtiya Bazirganiyê (Thompson Solicited) piştgiriyê didin pêngavê.

Sekretera Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî anî ziman ku,

“Em bûn bingeha navneteweyî bo vexwendina 2 festîvalên mezin ji bo çîna karkeran li Brîtanyayê.

Ji bo danasîna Rêber Abdullah Ocalan û doza kurdî, ji 200 heta 300 hezar kes beşdar bûn.

Bi vî awayî û di vê dema kurt de pêngava me bû xwedî girîngî li gel tevgera bazirganiyê ya Brîtanyayê.”

Claire Baker destnîşan kir ku ew ji bo berfirehkirina pêngavê peywendiyan dikin, da ku yekîtiyên bazirganiyê yên li Ewropayê jî bigirin nava xwe, her wiha belavî Amerîkaya Bakurî û Kanadayê bikin.

Claire bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got:

“Tecrîd, li dijî mafên mirovan û qanûnên Tirkiyê bixwe ye. Her wiha li dijî gelê Kurd û azadîxwazan e.

Bêdengiya komîseriya Ewropayê û ya hikûmeta Brîtanyayê li hemberî tecrîdê tiştê herê xirab e.

Divê destekdayîna navdewletî bi dawî bibe û Rêber Abdullah Cocalan digel malbat û parêzerên xwe peywendiyê bike.”

Fewzî Şengalî: Polîtîkayên li hemberî Rêber Apo tên meşandin, bi erêkirina qada navdwletî ye

Der barê siyaset û tecrîda Tirkiyê ya li ser Rêber Apo de jî, Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî anî ziman ku:

“Polîtîkaya ku Tirkiye li hemberî Rêber Apo dide meşandin, di çarçoveya şerê îdeolojîk ê demokratîk de pêk tê û ev siyaset, ji 1999’an û heya vê rojê ve, bi erêkirina qada navdewletî dewam dike”.

Fewzî Şengalî da xuyakirin ku armanckirina mala Rêber Apo ya li Kobanê, dikeve çarçoveya wêrankirina şûnwaran, têkbirina nîşaneyên dîrokî û jiholêrakirina bîranînan.

Back to top button