Li Qamişlo, Kobanê û Şedadê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Li Kantona Qamişlo, Hesekê û Kobanê merasîma cangoriyên azadiyê hebû. Di nava tevdîrên parastina ji vîrûsa Corona de şehîd Yaqûb, Ehmed û Ferhan li goristanên şehîdan hatin oxirkirin. Di merasîman de careke din soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Yeqûb Şabo Yeqûb bi nasnav Aşûr dema ku li ser erkê xwe bû di encama krîza dil de şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Aşûr ji aliyê heval û malbata wî ve derbasî Dêra Mar Qirêqas a Suryanan hate kirin û sirûdên olî li ser cenazeya wî hatin xwendin.

Piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro, Partiya Yekitiya Suryanan, malbat û hevalên şehîd, cenaze bi karwanekî birin goristana El-Kildan a li taxa Siyahî li Qamişloyê.

Li goristanê axaftin ji alyê Saziya Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Hesekê şehîd Ehmed El Dehmaş bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Hesekê, merasîm hebû.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ehmed Xidir El Dehmaş bi nasnav Hemze şehîd bû.

Heval û hogirên şehîd Ehmed li goristana şehîdan ya li Şedadê kombûn.

Li ser goristanê soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî melbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed di nava tilîlî û sloganan de spartin axê.

Li Kobanê şehîd Ferhan bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Kobanê jî, merasîmê şehîdan hebûn..

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhan El-Elî bi nasnav Ebû Besam di dema pêkanîna erka xwe de li Reqayê şehîd bû.

Bi amadebûna malbat û bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma şehîd hat li darxistin.

Cenazeyê şehîd Ferhan di nava slogana de li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Back to top button