Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li herêma Efrîn û Ezazê çalakî pêk anîn.
Di encama çalakiyan de 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir;
19’ê Adarê hêzên rizgariyê li dijî baregehek çeteyên dagirker li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
20’ê Adarê jî Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî rêbendek çeteyên dewleta Tirk a dagirker li heman gundî çalakiyek bi bandor pêk anîn.
Di vê çalakiye de 5 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
21’ê Adarê jî hêzên rizgariyê li dijî baragehek çeteyan li gundê Kil Cibrîn yê herêma Ezazê çalakiyek pêk anîn.
Li vir jî 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyan de 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.