Îran: Em hertim ji danustandinên bi Riyadê re keyfxweşbûn

Di vê navberê de, Tahran û Riyad jî nêzî hev dibin. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku welatê wan pêşwaziya gufgutoya li gel Siudiyê dike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade têkildarî mijarê îro ji rojnamevanan re axivî.

Seîd Xetîbzade ragihand ku agahiya wan ji nûçeyên derbarê danûstandinên welatê wan ya Siûdiyê re çêbûne.

Xetîbzade îdia red nekir û got,

Ew pêşwaziyê li gufutogoyên bi Siudiyê re dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku ev yek di berjewendiya xelkê her dû welat, aştî û aramiya herêmê deye.

Duh rojnameya Fînancîal Tîmesê ragihand ku Siûdî û Îran ji bo ku têkiliyên xwe baş bikin, dest bi danûstandinan kirine.

Rojnameyê daxuyakirin ku tûra despêkê ya hevdîtinan, 9’ê Nîsana 2021’an de li Bexdayê dest pê kiriye.

Back to top button