Selman Barûdo: Niha em aşê “Hitîn” amade dikin û giraniyê didin zeviyên avî

Ji bo çareserkirina pirsgirêka nan, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji televsiona me re da zanîn ku ew aşekî mezin bi navê Hitîn ku enerjiya berhemdayîna wê 200 ton e, amade dikin.

Selman Barûdo destnîşan kir, ew niha giraniyê didin zeviyên avî, da genim ji bo tov û nan werbigirin.

Li Tevahî Sûriyê ji ber bilindûna dolarî Amrîkî nirxên pêdiviyên jiyanî bûha bûne.

Nan ya ku ji pêdiviyên sereke û rojane ye, bûye yek ji rojeva sereke ya li herêmê ye.

Beriya niha kisek nan bi 200 L.S dihat firotin, niha 5 nan bi hezar L.S tê firtotin. Ango kîsekî nan bûye 2000′ rî.

Sedema wê jî vedgerînin nebûna mûsim û ne-barîna baranê.

Vê yekê rewşa şêniyên herêmê zehmete kiriye, şênî gazinan dikin û banga çareseriyekê dikin.

Ji bo zelakirina vê pirsgirêkê Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo tevlî bername Îroj a tilvizyona me bû û ev mijar nirxand.

Barûdo da zanîn ku ji bo amadekariyên dema pêş, giraniyê didin zeviyên avî û di nava hazirtiyan de ne.

Selman Barûdo dazanîn ku ji bo pirsgirêka nan ji holê rabe jî ew aşeke nû amade dikin.

Back to top button