BULDAN: GELÊ ME NÎŞANÎ ENQERE DA KU GELÊ KURD NEQEDIYAYE

Dema hilbijartina Herêmî li Tirkiyê nêz dibe, pê re jî kar û xebatên HDP’ê zêde dibin..
Hevserokên giştî yên HDP’ê rojane di nava gel de ne û bi coş tên pêşwazîkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Çinarê axivî û got:
“Li Amed, Wan û gellek bajaran bi milyonan kes tevli pîrozbahiya Newrozê bû.
Gelê me careke din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane.”

31’ê Adarê li tirkiye hilbijartina herêmî pêk were.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di demnên dawiyê de lez daye xebatên xwe.

Bi taybet di cejna newrozê de di mitîngên hatin lidarxistin de gelê kurd peyama xwe ji bo qeyumên Erdogan diyar kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan tevî şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de li Navçeya Çinarê ya Amedê bi gel re civiyan.

Pervîn Buldan li wir axivî û got:

“Li Amed, Wan û gellek bajaran bi milyonan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bû.

Daxwazên gelê me yên duh pir girîng bûn.

Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane.”

NAMZETÊ GIMGIMÊ GEL VEXWENDIN MÎTÎNGÊ

Li aliyê din Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Gimgima Mûşê, ji bo mîtînga di 25’ê Adarê de were lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

BANGA BEŞDARIYA NEWROZA STENBOLÊ HAT KIRIN

Her wiha Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya dê di 24’ê adarê de li Bakirkoyê pêk were belavokên beşdariya pîrozbahiyê belav kir.

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/51511

Polisan êrîşî standa xebatên hilbijatinê ya HDP’ê ya li Kadikoyê danîbû kirin û 5 kes binçav kirin.

Polîsan 5 endamên HDP’ê piştî binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê.

DERBARÊ 3 WEKÎLÊN DI NEWROZÊ DE AXIVÎN LÊPIRSÎN VEKIRIN

Tevî kar û xebatên zêde yên HDP’ê, zext û astengiyên AKP’ê jî li ser wan xebatan zêde dibin .

Derbarê 3 parlamenterên jin ên di pîrozbahiya Newrozê de axivin û gotin “Birêz Ocalan” lêpirsîn hat vekirin.

HEVSEROKÊ HDP’Ê YÊ SEYHANÊ YALÇIN HAT BINÇAVKIRIN

Li Edenê, Hevserokê HDP’ê ya Navçeya Seyhan hat binçavkirin.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hazim Yalçin de girtin û binçavkirin.

Yalçin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tê girtin û hinceta binçavkirina wî nehat zanîn.

Leave a Reply

Back to top button