Asayîşa Hewlêrê dosya 9 çalakvanên Behdînanê şandin dadgehê

Li Hewlêrê zext li ser çalakvan û rojnamegerên Behdînanê didome, asayîşa Hewlêrê dosya 9 girtiyên din yên çalakvanên Behdînanê şandin dadgehê.

Di vê derbarê de parêzerê dosya çalakvan û girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen li pêşiya dadgeha Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Beşdar Hesen ragihand ku asayîşa Hewlêrê dosya 9 girtiyên din yên Behdînanê şandiye dadgehê û got:

“Karê çalakvanan weke kasibkar hatiye guhertin û weke çalakvanên din bi yasaya “tevlîhevkirina ewlekariya herêmê” wê werin dadgeh kirin.”

Hesen diyar kir ku dema dadgehkirina her 9 çalakvan nayê zanîn, lê tê payîn di Gulana bê de werin dadgehkirin.

16’ê Sibata derbasbûyî, dadgeha Ceza ya Hewlêrê cezayê şeş salan li pênc rojnamevan û çalakvanên Behdînanê birîn.

Li ser cezaya wan Hesen eşker kir ku dadgeha Temîz hîn biryara dawî nedaye û diyar kir ku asayîş rênade wan ku serdana girtiyan bikin, ev jî dijî yasayê ye.

Back to top button