Mezlûm Ebdî, Bedran Çiya Kurd bi wezîrê Parastinê yê Swêdê civîneke bi dîmen pêk anî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd hevdîtineke bi dîmen bi Wezîrê Parastinê yê Siwêdê Peter Holtqvist re pêk anî.

Di hevdîtina her du aliyan, ji bilî mijara aborî mijarên girêdayî şerê li dijî terorê, berdewama çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê û bandora wê li herêmê û cîhanê gotûbêj kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bal kişand ser operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku li kampa Holê pêk anîbûn û pêwîstî bi xebatên vegera welatiyên li kampa Holê li welatê wan dît.

Wezîrê Parastinê yê Siwêdê jî axivî û got, divê Koalîsyona Navneteweyî kar bike da ku rêxistina DIAŞ’ê têkbiçe û jiyaneke ewle li herêmê peyda bibe.

Her wiha Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî ji aliyê xwe ve bal kişand ser xeteriya belavbûna vîrusa Coronayê li herêmê û tunebûna derfetên ji bo bidawîkirina wê.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan teqezî bi girîngiya domandina hevdîtinên di navbera wan de kirin.

Back to top button