Dewleta Tirk gundê Kêste yê Zaxo da ber topan

Dewleta Tirk a dagirker gundê Kêste yê parêzgeha Dihokê da ber topan.

Di saetên êvarê de dewleta Tirk a dagirker girên derdora gundê Kêste yê navçeya Zaxo ya Dihokê da ber topan.

Li gorî zanyariyan topbaran bi qasî du saetan berdewam kiriye û zêdetirî 15 top li deverê ketine.

Di derbarê ziyanên topbaranê de zanyariyên zelal bi dest neketin.

Back to top button