Salvoj Zizek: Em ji nûve-demokrasiyê ji Kurdan hîn bibin

Fîlosofê Slovenî Slavoj Zîzek diyar kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê li heremê nîmûneyeke demokrasiyê ava kiriye û teqez kir divê em jinûve-avakirina demokrasiyê ji Kurdan hîn bibin.

Fîlosofê Slovenî Slavoj Žižek diyar kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rastî herêmeke nimûneyî ava kiriye û divê em ji wan fêrî demokrasiyê bibin..

Žižek ev yek di semînereke xwe ya li Zanîngeha Kobanê de anî ziman.

Fîlosof Žižek bi sernavê “Gelo di dema me de demokrasî hê jî hevyazek e ?” bi rêya online a Zanîngeha Kobanê semînerek da.

Semînerê bi qasî 2 saetan dirêj kir û hin fikirên Zizek ên der barê demokrasî û Kurdan de bi vî awayî bûn:

“Kurdan, bi komeke ronakbîr herêmeke nimûneyî (utopya) heyî bi gewde kir.

Hûn ne tenê sembolê berxwedanê ne; hûn ji bo danîna pergaleke nû jî sembol in.

Peywira şoreşê ne tenê temsîlkirina mirovan e, belê peywira wê bicihanîna xwestekên wan jî.

Dersa bingehîn a Marksîzmê ku Kurdan ew şênber kir ev e; li welatekî ku zilm hebe rastî bêalî nîne”.

Slavoj Žižek got:

Divê demokrasî ji kokê ve were avakirin û divê em vê jî ji Kurdên Rojava fêr bibin”.

Slavoj Žižek, li cîhanê weke feylesof û civaknasekî marksîst û rexnegirê çandê tê naskirin.

Gelek pirtûkê wî yên li ser dîsîplînên cuda hene. Serê xwe bi desthilat, civak û demokrasiyê re pir êşandiye.

Back to top button