Li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê mayînek bi zarokan ve teqiya, di encamê de yek mir û 3 jî birîndar bûn.
Li navçeya Ehdasê mayîneke ku di nava zeviyekî çandinî de hatibû bi cih kirin bi komeke zarokan ve teqiya.
Di encama teqîna mayînê de , zarokek mir û 3 jî birîndar bûn.
Ezîz Ebdulqadir Ehmed (6) ku ji gundê Hemam ê Cindirêsa Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha herdu bira Îbrahîm Seyîd Xelîl (7)
û Bîrhat Seyîd Xelîl (12) ên ji gundê Şîtko yê Efrînê
û Ehmed Silêman Mihemed (10) ê ji bajarokê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê jî birîndar bûn.
Zarokên birîndar li nexweşxaneya Avrîn têne dermankirin:
Bijîşkan ragihandin ku rewşa birîndaran başin.