Li herêmê 7 kesên din ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herî dawî mirina 7 kesên din bi Coronayê hat ragihandin.

Desteya Tenduristiyê ya herêmê, li gel mirina van her 7 kesan, pêketina 232 kesên din jî tomar kir.

Li gorî daneyên desteyê, di nava 24 saetên dawî de 12 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Niha li herêmê, rêjeya pêketiyan tevî qedexeya giştî ya sepandî 14 hezar derbas kiriye û ji wan jî 469 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button