2 hezar berpirsên leşkerî yên Îsraîlî hişyarî da rêveberiya Biden

2 hezar berpirsên leşkerî yên Îsraîlê, bi peyamekê hişyarî da Serokê Amerîkayê Joe Biden ku peymana nuklerî ya bi Îranê re nû neke.

Çapemeniya Îsraîlî ragihand ku berpirsên leşkerî yên malnişîn di peyama hişyariyê de dibêjin ku bipêşdeçûna danûstendinan bi Îranê re, yekser metirsiyê li ser Îsraîlê çêdike.

Di peyamê de hate destnîşankirin jî ku “divê Îran ji bidestxistina çekên nuklerî were bidûrxistin, da rê li ber bobelateke mezin li herêmê nayê vekirin”.

Back to top button