LI BAJARÊ IDLIB 2 TEQÎN PÊK HATIN

Li bajarê Idlibê 2 teqîn pêk hatin..
Di teqînan de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatine hedefgirtin.

Çavkaniyên ji bajarê Idlibê ragihandin ku teqîna yekem, çeteyên Heyet Tehrîr Şam ên li çerxerêya El-Hîra hedef girtin.

Mayîn bi erebeyeke çeteyan teqiya û di encamê de gelek çeteyên di erebeyê de giran birîndar bûn.

Her wiha piştî teqîna yekem, bi rêya mayîneke din erebeya fermandarê çeteyan ê bi navê Mihemed Qaqibcî hat hedefgirtin.

Qibaqibcî Wezîrê Dadgehê ya hikumeta Inqaz a çeteyên Nusrayê ye.

Li gorî çavkaniyan Qibaqicî bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyeke Tirkiyê..

Di heman çarçoveyê de jî balafirên Rûsyayê bi dijwarî herêmên rojhilatê Idlibê da ber bombeyan.

Leave a Reply

Back to top button