Berxwedana li girtîgehan 145 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt li girtîgehên Tirkiyê, kampa Mexmûr û Yewnanistanê didome.Parêzerên Rêber APO, carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.Koma ji Frankfûrta Elmanyayê hatî Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê wergirt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome.

Çalak îro ji aliyê koma 29’emîn ve dewr hat girtin û kete roja 145’ê de.

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi koma 60 di roja 124’an de ye..

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 107’an roj in didome.

Parêzeran carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber APO, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Koma ji Frankfûrtê nobeta azadiyê wergirt

Koma ji Frankfûrta Elmanyayê hatî Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê wergirt.

Ev nobet di hefteya 461’an de didome

Çalageran gotin:

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê ye.

Yuksel Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd dibînin

Têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP-MHP’ê ya li ser meseleya Kurd Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk û Civakî anketek amade kir.

Nivîskar û lêkolîner Yuksel Genç jî, destnîşan kir ku piraniya gel bawer dike ku şer pirsgirêkê kûr dike û Rêber Apo wekî muxatabê çareseriyê dibînin.

Yuksel da zanîn ku piraniya beşdarên anketê AKP û MHP’ê wekî astengiya li pêşiya çareseriyê dibînin û bawer dikin ku polîtikayên ewlehiyê yên 5 salên dawî şer û pirsgirêk kurtir kiriye.

Dayikan girtiyan: Em tenê doza pêkanîna edaletê dikin

Dayikên girtiyan destnîşan kirin ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û gotin:

“Hem girtî û hem jî malbat di bin zilmê de ne û li dijî zilmê niha girtî li ber xwe didin. Divê gel jî li dijî zilmê xwedî li greva birçîbûnê derkevin.”

Back to top button