RSF: Li Zêdeyî 130 welatan rojnamevanî tê blokekirin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) diyar kir ku rojnamevanî li dijî agahiyên nerast ‘dermanê bingehîn e’, lê li zêdeyî 130 welatî bi temamî yan jî ji hin aliyan ve hatiye astengkirin.

RSF ku navenda wê li paytexta Fransa Parîsê ye, lîsteya xwe ya li ser azadiya çapemeniyê ya gerdûnî ya 2021’ê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku 180 welat ji sedî 73 ji bo rojnamevanan ‘gelekî giran e’, ‘zehmet e’, bi pirsgirêk e’.

Ji bo vê rêzê jî kategoriyên bi rengê reş, sor an jî pirtiqalî hate diyarkirin.

Li nava 180 welatî tenê 12 jê, xwedî ‘rewşeke baş in’.

Ev rêje par ji sedî 8 bû.

RSF’ê diyar kir ku ev qada spî ji sala 2013’an û vir ve qet bi vî rengî tengav nebûbû.

RSF’ê ragihand ku şewba Covid-19 ji bo dewletên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin, weke firsendekê hatiye bikaranîn.

Li gorî vê yekê Îran rêzekê bi paş ket û li rêza 174’an bi cih bû.

Erebistana Siûdî di rêza 170’ê, Misir di rêza 166’an de cih girtin.

Sûriye bi rêzekê bi pêş ve çû û cihê xwe di rêza 173’an de girt.

Li gorî Endeksa RSF’ê Tirkiyê 2016’an di rêza 151’ê, 2017’an di rêza 155’an, 2018 û 2019’an jî di rêza 157 û sala 2020’î di rêza 154’an de cih girt.

Back to top button