Kesên nenas vê sibehê li gundê Zêban ê li rojhilatê Dêrazorê sivîlek kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, kesên nenas ên li motorskêlekê siwar bûbûn, ciwanê bi navê Yehya Ebdulmufdî yê ji gundê El-Dehlê, kuştin.
Bûyer li sûka gundê Zêban çêbû.
Li gorî heman çavkaniyê çekdar beriya ku birevin, wêneyên cenaze kişandine.