Li çolistana Sûrî di encma êrîşên balafirên Rûsî de 35 DAIŞ’î hatin kuştin

Li çolistana Sûrî, di bombebarna balafirên şer yên Rûsyayê de 35 DAIŞ’î hatin kuştin, li Hema û Idilbê jî hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên Trik topbaran kirin. MIX

Li çolistana Sûrî, balfirên şer yên Rûsyayê di nav 72 seatên dawî de 220 êrîş li dijî herêmên belavbûna DAIŞ’ê pêk anî.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama bombebaran şikeftên DAIŞ’ê de 35 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Duh jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di encama bomebarana hêzên wan bargeheke DAIŞ’ê ya li nêzî bajarê Tedmurê de derdora 200 çete hatin kuştin.

Ji aliya xwe ve Çavdêriyê xuya kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hejmarên kêm li hev kom dibin û diyar kir ku DAIŞ’ê ragihandibû di nav 48 seatên borî de du leşkerên Rûsî kuştin.

Li Hema û Idilb hizên hikumeta Şamê devarên çeteyên Tirk topbaran kirin

Duh piştî nîvê şevê jî hêzên hikumeta Şamê deverên li Sehil El-Xab li bakur rojavayê Hemayê û yên li başûrê gundewarên Idlibê bi zêdetirî 155 top û moşekan Topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Back to top button