Di navbera hêzên Asayîşê û çekdarên Dîfa Wetenî de pevçûn rû da

Li Qamişlo di navbera “Dîfa El-Wetenî” û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket. Li bajarê Qamişlo di navbera “Dîfa El-Wetenî” û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer rû dide, li gorî agahiyan birîndar hene.

“Dîfa El-Wetenî” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê careke din tevlihevî li bajarê Qamişloyê derxistin û êrişî bendeke kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wehda kirin.

Li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket.

Şer bi awayekî dem dem didome. Li gorî agahiyan birîndarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene, lê heta niha hejmara birîndaran nehatiye zanîn.

Back to top button