Qamişlo…ji duh û heta vê kêliyê şerekî dijwar li dar e

Li Qamişlo heta vê kêliyê şerê di navbera hêzên Asayîş û çekdarên Difa el-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de, li dar e.. Di encama êrîşa van çekdaran de, Hêzên Asayîşê di encama bersivdayînê de jî, 2 rêbendên Difaa el-Wetenî kontrol kirine.

Li Qamişlo çekdarên “Dîfaa El-Wetenî” ji bo têkbirina aramiya herêmê êrîş hêzên Asayîşê kir.

Derdora 9ê şeva borî, çekdarên Difa el-Wetenî girt ser rêbendeke hêzên Asayîşê ya lê nêzî taxa Tey li Qamişlo û şerekî dijwar ji wê çaxê û heta niha di navbera aliyan de rû daye.

Çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê li hemberî Asayîşê çekên giran bi kar tînin.

Li gorî agahiyan, birîndarên Hêzên Asayîşê hene, lê heta niha hejmar nehatiye zanîn.

Asayîşa Qamişlo jî bersivek tund da çekdarên Dîfaa El-Wetenî û benda ku diçe taxa Tey ku di bin serweriya çekdaran de bû, kontrol kir.

Li Qamişlo hêzên Asayîşê 2 rêbendên çekdaran kontrol kirine

Li Qamişlo şerê ku ji duh êvarî destpêkirî heta niha li dar e..

Nûçegihanê me ji xetên pêşîn ên şer ragihand ku hêzên Asayîşê bersivek tund da çekdarên Dîfaa El-Wetenî û 2 rêbendên sereke yên wan kontrol kirin.

Jixwe çekdarên “Dîfaa El-Wetenî” ji bo têkbirina aramiya herêmê, duh êrîşek bir ser hêzên Asayîşê.

Derdora 9ê şeva borî, van çekdaran girt ser rêbendeke hêzên Asayîşê ya lê nêzî taxa Tey li Qamişlo û şerekî dijwar di navbera aliyan de rû da.

Li Qamişlo…hejmareke mezin a çekdaran hatiye kuştin

Çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê li hemberî Asayîşê çekên giran bi kar tînin.

Nûçegihanê me her wiha ragihand ku hejmareke mezin a van çekdaran hatiye kuştin.

Back to top button