Çavuşoglu: Wê aliyên Efxan piştî remezanê bicivin

Piştî Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe da, danûstandinên Hikûmeta Efxanistan û Tevgera Talîbanê hatin bipaşxistin.

Têkildarî mijarê, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoğlu destnîşan kir ku danûstendinên dê 24’ê Nîsanê li Stenbolê hatibana lidarxistin, hatin bipaşxistin.

Çavuşoğlu îda kir ku bipaşxistina danûstandinan bi mijarên amadekariyan ve girêdayî ye û diyar kir ku diyalog wê piştî meha Remezanê pêk werin.

Lê Reutersê, sedema vê yekê bi biryara Tevgera Talîbanê ya ne-beşdarbûna danûstendinan ve girêda. Ji ber Talîban dibêje eger daxwazên wan pêk neyên, ew ê beşdar nebin.

Back to top button