Salih Muslim: Ev êrîş lîstokên Rûsya û hikûmeta Şamê ne

Salih Muslim Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê destnîşan kir ku êrîşên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û hikumeta Şamê ne, da ku beriya hilbijartinan dengên xwe zêde bikin. Muslim anî ziman ku ev erîş nakevin xizmeta gelê herêmê û banga hişyariyê li gel kir.

Salih Muslim Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)da zanîn ku êrîşên çekdarên Difa el-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê yên li Qamişloyê, lîstokên Rûsya û hikumeta Şamê ne, da ku beriya hilbijartinan dengên xwe zêde bikin.

Çekdrên navborî şevê din ji taxa Teyî êrîşî nuqteyên Hêzên Asayîşê kir, ya dawî bersiva êrîşan da, di encama êrîşan de endamekî Asayîşê şehîd bû.

Salih Muslim, destnîşan kir ku armanca van êrîşên li ser hêzên Asayîşê, xirabkirina aramiyê ye û bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî de bibêjin em hene.

Salih Muslim: Bi zextan dixwazin beriya hijartinan dengên xwe zêde bikin

Salih Muslim diyar kir ku armanceke van tevliheviyan heye, ew jî zêdekirina derxistina dengan di hilbijartinên hikumeta Şamê de ye.

Muslim got:

“Nêzbûna hilbijartinên hikumeta Şamê esasê van tevliheviyan e.

Ji bo ku bi wan ve bên girêdan û herin ser sindoqan û dengên xwe zêde bikin.

Bi zextan, hesabên hilbijartinan dikin. Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi-hêz in.

Ev tiştên vala ne, ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne.”

Salih Muslim: Divê gel li dijî van planan hişyar be

Salih Muslim bi bîr xist ku hikûmeta Şamê bi dewleta Tirk li ser esasê têkbirina aramiyê lihevkirina dike û got ev êrîş nakevin xizmeta gelê herêmê, divê gel li dijî van planan hişyar be.

Back to top button