Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Sûrî li ser sînor kuşt

Leşkerên Tirk li ser sînor, hem li Idlib û hem li Babê 2 ciwanên Sûrî bi gulebaranê kuştin. Li aliyê din jî di çarçoveya ne-aramiya li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de jî, li Deraa û Quneytirayê 4 leşker hatin kuştin.

Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de her û her sivîlan dikin armanc.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh leşkerên Tirk ciwanekî Sûrî yê ji gundê Bizaborبزابور a Cebel El-Zawiye ya Idlibê dema dixwest sînor derbas bike, kuştin.

Navendê duh jî ragihand ku leşkerên Tirk li herêma Babê ya dagirkirî ciwanekî Sûrî bi heman awayî kuşt.

Navenda Çavdêriyê bi bîr xist ku leşkerên Tirk ji destpêka sala nû û heta niha li 3 zarok jî di nav de, 9 kes li ser sînor kuştine.

Her wekî ji destpêka şerê Sûriyê jî, jê 44 zarok bi giştî 130 kes bûne armancên leşkerên Tirk.

Li Deraa yek û li Quneytirayê jî 3 kes hatin kuştin

Ne aramî li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de jî serwer e

Heman çavkaniyê ragihand ku duh di saetên ber êvarê de komeke çekdar li derdora bajaroka El-Misêfre ya Deraayê endamekî Tugaya 5’an a girêdayî hikûmeta Şamê bi guleyan kuşt.

Li herêma Xedîr Bistan a Parêzgeha Quneytira jî komeke çekdar, bi heman rengî dawiya 2 leşkerên Hikûmeta Şamê anîn.

Girêdayî mijara ewlehiyê, erebeyek li gundê Resim El-Kerem a Quneytira hate teqandin û di encamê de kesek hate kuştin.

Back to top button