OPCW: Em sepandina cezayan li rejîma Esed lêkolîn dikin

Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyawî (OPCW) sepandina cezayan li ser hikumeta Şamê lêkolîn dike.

Rêxistin niha vê mijarê nîqaş dike û birîna cezayan kiriye dengdanê.

Li gorî agahiyan, tê payîn Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyawî (OPCW) cezayên ku qet berî niha nehatine sepandin, li rejîma Esed bibire.

Jixwe duh jî Reutersê ragihandibû ku kesên ku ziyan ji êrîşên bi çekên kîmyawî yên hikûmeta Şamê dîtine, li Swêdê doz vekirine.

Back to top button