NPG: Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Mîrxan şehîd bû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim di encama êrîşa hewayî de şehîd bû.

Fermandariya NPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya fermandar Sînan eşkere kir.

NPG’ê diyar kir ku 27’ê Cotmeha 2020’an Endamê Konseya Fermandariya Sînan Dersim li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

NPG’ê ji gelê Kurd û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîd da.

Nasnameya şehîd wiha ye.

Dalokay Şanli bi nasnav Sînan Mîrxan ku ji bajarê Dersim ê ji dayik bûye û di 27’ê Cotmeha 2020 li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Back to top button