Berxwedana li girtîgehan 146 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt li girtîgehên Tirkiyê, kampa Mexmûr û Yewnanistanê didome. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn diyar kir ku rêber APO ev 22 salin li hucreya yekkesî tê hiştin û wiha got: Di kesayeta rêber apo de gelên rojhilata navîn tê tecrîdkirin, Civakên Kurd û Tirk bi tecrîdê hatine dorpêçkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 30’emîn dewr girt, di roja 146’emîn de ye.

Tûba Sert a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de ye, di hevdîtinê de ya bi telefonê ji malbata xwe re qala çalakiyên greva birçîbûnê kir.

Tûba Sert diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û banga xwedîlêderketina berxwedana li zindanan kir

Çalakiyên grevên birçîbûnê li Mexmûr û kampa Lavrîo ya Yewnanistanê didomin

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi koma 63 di roja 125’an de ye..

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 108’an roj in didome.

Parêzera Rêber Ocalan: Hemû mafên Rêber Apo di 4 deqeyan de bi sînor dikin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Razîye Ozturk, têkildarî qutkirina telefona bi rêber Ocalan re diyar kir ku hemû mafên Ocalan ên çandî, civakî û hiqûqî di nava axaftinek 4 deqîqeyên telefonê de bi sînor dikin û wiha got:

Îdeayên li ser medya civakî der barê jiyana muwekilê me Birêz Ocalan de hatin parvekirin raste rast bi tecrîdê re girêdayî ne.

Prz. Raziye got, ew dixwazin rû bi rû bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê berxwedana zindanan silav kir

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê, li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê xwest derbarê çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

dimen biherikênin dema polîs kom dibin û êrîş dikin

Polîsên Tirk bi hinceta ku daxuyanî têkildarî “tecrîd û greva birçîbûnê ye” destûr nedan.

Girseya gel ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Remziya Tusûn: Divê têkoşîn êdî jo bo azadiya Rêber Ocalan be

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê axivî.

OHD: Daxwaza çalakgerên grevê tenê azadiya Ocalan e

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî greva birçîbûnê ya li zindanan, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan li Amed, Mersîn, Stenbol, Enqere, Wan û gelek bajaran daxuyanî dan.

Komeleyê got, daxwazeke tenê ya girtiyên di greva birçîbûnê de heye ew jî bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan e.

Back to top button