Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 155 kesên din bi Coronayê ketin û 8 jî mirin

Vîrusa Corona bi dijwarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe. Di 24 seatên dawî de 8 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û 155 jî pêketin. Meclisa Rêveber der barê qedexeya derketina derve de biryarên nû dan.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hatina pêla sêyemîn ya vîrûsa Coronayê re, rêjeya pêketiyan êdî 14 hezar derbas kiriye.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku di 24 seatên dawî de 5 mêr û 3 jin di nav de 8 kesên din bi Coronayê mirine.

Dr. Ciwan Mustefa destnîşan kir ku 155 kes bi Coronayê ketine û kesên pêketî 93 mêrin û 62 jinin.

Mustefa ragihand ku 20 kes ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, jimara kesên bi ku bi vîrusa Coronayê ketine 14 hezar 436 kes in, ji wan 477 kes mirine û hezar û 476 kes baş bûne.

Li herêma Cizîrê û Tebqayê qedexeya giştî hatiye ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê li herêma Cizîr û Tebqayê qedexeya giştî û li herêmên din qedexeya beşî ragihand.

Qedexe ji 23 vê mehê dest pê dike û heta 29’ê mehê wê dewam bike.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiyê wê qedexeya beşî ji 5’ê êvarî heya 7’ê sibeha roja dinê be.

Hemû dergehên sînor ên girêdayê Rêveberiya Xweser tenê li pêşiya rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê re tên vekirin.

Ji qedexeya giştî dikanên firotina madeyên xwarinê tên îstîsnakirin ku ji saet 8’an heta 5’ê êvarê vekirî bimînin.

Tevgera cotkaran û karkeran di dema qedexeyê de tên hêsankirin.

Ji qedexeyê nexweşxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firin û stasyonên sotemeniyê tên îstîsnakirin.

Dewama sazî û rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser di dirêjahiya dema qedexeyê de tê sekinandin.

Tenê saziyên ku divê xebatên xwe dewam bikin, ji biryarê tên îstîsnakirin.

Divê hemû welatî pabendî girtekên qedexeyê û tedbîrên xweparastinê bin û maskan bi kar bînin.

Back to top button