Ji ber gefên çeteyan du sivîlên temenmezin ji Efrînê reviyan

Li bajarê Efrînê, ji ber gefên çeteyan kalemêrekî û hevjîna wî ji Efrînê reviyan. ji bo gurhartina demografî û belavkirina fikrên tunderew komeleyên girîdayê rêxstina Ixwan El-Muslmîn û Hikumeta AKP’ê mizgeft û navendên olî li Efrînê zêde dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî ragihand ku ji ber gefxwarinên çeteyan kalmêrekekî û hevjîna wî ji mala xwe ya li Efrîn reviyan.

Çeteyan ji bo standina pereyan gefa derxistina ji malê li kalemêrê bi navê Ebû Elî yê ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa xwarin.

Rêxistinê diyar kir ku kalamêrê 70 salî û hevjîna wî neçar man ku ji Efrînê derkevin.

Li gorî Malpera Afrinpost, dema şêniyê bi navê Hesen Nasir yê ji gundê Korzîlê yê Şêrewa daxwaza mala xwe ya ku çeteyan destser kirî kir, gefa revandinê lê hate xwarin.

Rêxistinên girêdayî AKP’ê û Ixwan El-Muslimîn li Cindirêsê du mizgeft ava dikin

Di çarçoveya guhartina Demografî û qirkina Etnîkî li Efrîn de, dewleta Tirk a dagirker plana qirîj pêk tîne.

Ji bilî avakirina wargehan ji malbatên çeteyên xwe re, dagirker bi avakirina mizgeftan jî dixweze fikirên tundrew li herêmê belav bike.

Li gorî malpera Torên çalakvanên Efrînê, Navenda Ewqafê ya dewleta Tirk dest bi avakirina du maizgeft li gundên Celemê û Bircekê yê Cindirîsî kir.

Beriya niha jî bi hinceta ku li gund û deverên mizgeft lê tune ne, dagirkerî bi rêya sazî û komeleyên girêdayî rêxistina Ixwan El-Muslimîn mizgeft li gelek gundên Efrînê ava kirin.

Xuya ye, dewleta Tirk heman polîtîkeyên ku li Ewropî û cîhanê di Mizgeftên ku bi rêya rêxstin û komeleyên girêdayê xwe, ava kiriye, li Efrînê jî bimeşîne.

Ji aliya xwe ve Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan piştrast kiribû ku li Efrînê tevgerên olî yên girîdayî AKP’ê û Ixwan El-Muslimîn çalak dibin.

Beriya niha jî bi heman polîtîkayan dibistaneke olî li Cindirêsê vekir.

Back to top button