KCK: Biryara Amerîkayê derfetên nû pêşkêşî MÎT’ê û DAIŞ’ê dike

KCK’ê diyar kir ku biryara Amerîkayê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê derfetên nû pêşkêşî MÎT’ê û DAÎŞ’ê dike û daxwaza betalkirina biryarê kir.

Komîteya Têkiliyên Karê Derve KCK’ê têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya têkildarî têkoşerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku Amerîka bi piştdayîna derew û tohmetên xeyalî daxwazê ji xelkê dikin ku sîxûriyê ji bo wan bikin û ziyanê bigihînin van hevalan.

KCK’ê got:

Biryara Amerîkayê ne rewa ye û yên ku bên dadgehkirin divê di serî de Erdogan û hevkarên dewleta Tirk ku di rastî de li pey îdeolojiya û siyaseta DAIŞ’ê ne.

Komîteya Têkiliyên Karê Derve KCK’ê destnîşan kir ku biryara Amerîkayê derfetên nû pêşkêşî MÎT’ê û DAIŞ’ê dike û bang li raya giştî kir ku bikevin nava tevgerê û zextê li Amerîkayê bikin ku ji vê biryar û hewldanê vegere.

Back to top button