Ji Efrînê dê 500 çeteyên Tirk tevlî şerê Ukrayna bibin

Ji bo pêkanîna polîtîkeyên xwe, dewleta Tirk vê carê berê çeteyên xwe yên li Sûrî daye Ukrayna daku li dijî hêzên Rûsya bide şerkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku ji bo tevlîkirina şerê Ukrayna MIT’a Tirk 500 çeteyên xwe derbasî Tirkiyê kirin.

Hat diyarkirin ku koma yekem a ji 500 çeteyên Turkaman yên ji koma Furqeya Sultan Murad û Sultan Silêman Şah pêk tên, peymaneke 6 mehan îmze kirin û dê mehane 3 hezar û 500 dolar bistînin.

Çete dê li tenişta hikumeta Ukrayna li dijî komên girêdayî Rûsyayê şer bikin.

Rêxistinê destnîşan kir ku çete li navenda Efrînê û navçeya Şiyê tên komkirin û perwerdekirin.

Her wiha di rojên pêş de jî komên din dê werin şandin.

Beriya cend rojan jî navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihandibû ku MIT’a Tirk buroyek ji bo tomarkirina navê çeteyên ku wê biçin Yemenê vekiriye.

Back to top button