Rojnamevan û rewşenbîra Kurd Rewşen Bedîrxan

Rojnamevan û rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan ji wan kesên ku kedek mezin di ber rojnamegeriya Kurdî de daye.Derfetên wan tune bû bi zimanê dayika xwe dibistan bixwînin û rojnamevaniyê bikin, lê belê wan bi derfetên kêm û bi zimanên cuda şitlên rojnamevaniya Kurd çandin.

Rewşen Bedirxan ji Cizîra Botanê ye, ji ber êrîşên Osmaniyan malbata wan neçarî koçberiya deverên cuda dibe.

Rewşen Bedirxan 11′ ê Tîrmeha 1909′ an li bajarê Qeyseri yê Tirkiyê hatiye dinê.

Sala 1913’an jî tevli malbata xwe ji ber zextên Osmaniyan neçar dimînin berê xwe didin Şamê.

Piştî dibistana seretayî, dibistana mamosteyî ya bi navê Der EL-Muelîmat dixwîne û sala 1925’an li bajarê Kerek ê Urdunê dest bi xebatê dike.

Rewşen di navbera salên 1924-1935′ an de li Urdun û Şamê karê rêveberî û mamostatiyê dike.

Di sala 1934’an de dibe endama Yekitiya Jinan (Ittihadu’I-Nisai) a Sûriyê.

Piştî hevjînê xwe Omer Madan berda, di 22’ê Sibata 1935’an de bi Mîr Celadet Elî Bedirxan re jiyana xwe dike yek.

Ji her du zewacan çar zarokên wê çêdibin.

Piştî wê Rewşen xanim bi Mîr Celadet karê rojnamevanî û rêveberiyê xurtir dike.

Di amadekirina kovara Hewar de rolek mezin dileyîze

Rewşen Bedîrxan û Celadet Bedirxan, di 15’ê Gulana 1932′ an de hejmara yekem a kovara Hawarê û pirtûka ‘Rêzimana Alfabeya Kurdî’ çap kir.

Rewşen Xanim nivîskarî, wergervanî, edîtorî, rêzkirin rûpelan û rojnamevaniya Hewarê dikir.

Bi van xebatên xwe yên giranbiha bû yekem jina ku di Hawarê de bi alfabeya latînî nivîsîye.

Li gel wê xebatên siyasî jî dikir û li ser navê Kurdan tevli Kongreya Antî-kolonyalîst bûye.

Ji bo perwerde û serwextbûna jin û zarokan de gelek xebat meşand

Rewşen di sala 1944’an de weke nûnera jinên Sûriyê tevlî Kongreya Jinên Cîhanê dibe

Ji bo perwerde û serwextkirina jin û zarokan xebat da meşandin.

Ji bo rewşa jinên di girtîgehan de çareser bike bênavber têdikoşiya.

Ew jineke Kurd bû, di her warî de nasnameya Kurdbûyînê bingeh digirt.

Gelek nivîs û berhem ji Tirkî û Kurdî wergerandiye Erebî.

Bi nivîsên xwe asoyê jinan fireh kiriye

Rewşen û Celadet Elî Bedirxan sala 1942 an li Şamê Kovara Ronahî weşand.

Piştî ku kovar di sala 1945’an de hat rawestandin, herduyan di sala 1950’an de li gundê Hecanê yê nêzî Şamê ji bo xwedîkirina zarokên xwe dest bi karê çandiniyê kirin.

Mîr Celadet 15’ê Tîrmeha sala 1951’ê jiyana xwe ji dest da.

Rewşen Bedirxan jî di 1’ê Hezîrana 1992’an de li bajarê Banyas ê Sûriyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî ya Şamê li kêleka hevjînê wê Celadet Elî Bedirxan û kalikê wê Mîr Bedirxan spartin axê.

Gotina dawî û wesiyeta wê ew bû ku Kurd bibin yek.

Têkoşîna jinên Kurd li ser şopa xebatên Rewşen xanimê didome.

Back to top button