YAT: 6 çete li kampa Holê hatin girtin

Li Qamişlo, Kampa Holê û Dêra Zorê di encama oparasyonên QSD’ê de, 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) serê vê sibehê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kir.

Di encamê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Hêjayî bi bîrxsitinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 28’ê Adarê li Kampa Holê bi navê “Operasyona mirovî û ewlekariyê” dest bi operasyoneke berfireh kiribûn.

Di enacmê de çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

QSD: 2 çete li Dêra Zorê û Qamişlo hatin girtin

Her wiha şervanan li Qamişlo û Dêra Zorê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê oparasyon pêkanîn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî, 2 operasyonên hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn.

QSD’ê diyar kir ku operasyon doh li Qamişlo û Dêra Zorê pêkhatine.

Di encama her du operasyonan de çeteyek li Til Hemîs ya Qamişlo tevî çek û alavên teknîk û yê din jî li bajarokê El-Sebha yê Dêra Zorê, hatine girtin.

Back to top button