Çalakiya karkeran li Stenbolê hat astengkirin

Li bajarê Stenbolê bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê Roja Karkaran a Cîhanî çalakiyek ji aliyê karkeran ve pêk hat, lê polîsan êrîş kir û gelek kes giritin.

Karkeran xwest ku bi dirûşmaye ”1’ê Gulanê nikare were qedexekirin” li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyanî bide.

Beriya çalakiyê bi setan polîsan qad dorpêç kir û weke rewşa awaret ragihand.

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu û Hevseroka navçeya Bakirkoyê ya HDP’ê Yonca Yongoz ji bo destekê bidin çalakiyê amade bûn.

Polîsan qedexeya qeymeqam kire hincet û diyar kir ew ê rê nedin karkeran ku daxuyaniyê bidin.

Karkeran ev nêzîkatiya polîsan şermezar kir.

Polîsan êrîş bire ser çalakgeran û gelek kes binçav kirin.

Back to top button