Li Dêrik û Hesekê alîkarî hat belavkirin

Komîteya Karûbarên Civakî li Hesekê û Dêrikê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kir.

Alîkarî di destpêkê de li karkerên ku rojane dixebitin û malbatên hewcedar hat belavkirin.

Rêveberiya Komîteya Karûbarên Civakî ya Dêrikê Mîlad Lehdo diyar kir ku wan 200 pakêt belav kirin.

Endamê Komîteya Karûbarên Civakî ya Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed têkildarî mijarî axivî.

Ebdulrezaq diyar kir ku ger biryara qedexeya giştî were dirêjkirin, derfet heye beşeke din ji alîkariyan belav bikin.

Back to top button